Li gorî nûçeya rojnameya Haaretzê, biryara naskirina Qetlîama Ermeniyan a ku meha çûyî ji hêla hikûmeta Îsraîlê ve bi yekdengî hatibû pejirandin, berî ku Meclîs biçe bêhnvedana havînê, neket rojeva rûniştinan.
Di nûçeyê de, hate îdîakirin ku Şêwirmendê Serokkomarê Azerbaycanê Hîkmet Haciyev bi ofîsa Serokwezîr Netanyahu re axiviye û hewldaye biryarê asteng bike, Îsraîlê jî, ji rayedarên Azerbaycanê re ragihandiye ku pêşniyara naskirinê dê beriya betlaneya havînê nekeve rojeva Knessetê.
Ofîsa Wezîrê Karûbarên Derve yê Îsraîlê Gideon Saar, jî îdîayên ku dibêjin dengdan bi destwerdana Netanyahu hate betalkirin red kirin. Wezaretê, destnîşan kir ku biryar bi yekdengî hatiye girtin û derbasdar e, lê belê li ser wê yekê ku dengdan çima nehatiye kirin tu daxuyaniyeke zelal neda.
Qetlîama Ermeniyan ji aliyê gelek welatan ve wekî DYE, Fransa û Elmanyayê bi awayekî fermî tê naskirin. Tirkiye naskirina bûyerên sala 1915’an wekî "qetlîam" qebûl nake.
Çavkaniyên navneteweyî, jî diyar dikin ku hejmara Ermeniyên di van bûyeran de jiyana xwe ji dest dane ji mîlyonekê zêdetir e.